Di Kûpaya Cîhanê de dîmenên cuda tên dîtin

Di Kûpa Cîhanê ya 2026`an de, piştî serkeftina Fransa li hemberî Paragûay 2 dîmenên ji hev cuda hatin dîtin. Li Fransayê dîmenên kêfxweşiyê, govend, dîlan û kenê bi dengê bilind. Lê li Paragûay dîmenên binketin, şikestin û girî hatin tomarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Kêlî bi kêlî bi tîma xwe ya fotbolê re ne.

Sînor û dûrbûn, ne pirsgirêk e, her alîgirik li cihê xwe maçên Kûpaya Cîhanê ya 2026`an dişopîne.

Alîgirên Fransayê serkeftina welatê xwe pîroz kirin

Li nêzîkî Parîsê, welatiyên Fransî li hev kom bûne, bi hev re maça tîma welatê xwe li hember Paragûayê temaşe dikirin.

Fransa li hemberî Paragûay bi ser ket

Li stadyumeke Philadelphia ya Amerîkayê tîma Fransayê ku bi navê tîma Dîkan tê naskirin, serkeftin bi dest xist, kêfxweşiya herî zêde li Parîsê û derdora wê hat jiyankirin.

Lê li nav Paragûay rewşeke cuda derket holê.

Li Paragûay bi xemgînî pêşwazî li encamê hat kirin

Berovajî wê kêfxweşiya li Parîsê, li vir li Asunsîyonê binketina tîma fotbolê li Philadelphiayê bû sedem ku şikestinek bê dîtin û nîv şînek hat girêdan.

Mexrib bi 3-0 Kanadayê têk bir

Mexirb jî ku bi navê Şêrên Atlasê tê naskirin, serkeftineke mezin li hember Kanadayê bi dest xist.

Tîma Mexribê 3 gol tomar kirin, lê Kanadayê nikarîbû golekê jî bîne.

Li Rebatê welatiyên Mexribê piştgirya xwe ji tîma xwe re nîşan dan û niha Mexrib xwe ji bo rûbirûba bi tîma Fransayê re di 9`ê vê mehê de amade dike.

Carinan di dema nîşandana kêfxweşiyê de, pirsgirêk jî derdikevin.

Li Hollandayê alozî derket

Li Hollandayê alîgirên tîma Mexribê daketin nav cade û kolnaên çend bajaran û di navbera wan û polîsan de alozî derket. 

Her li Hollandayê komeke ji alîgirên Mexribê cilên Batman li xwe kiribûn, di nav dîmenên ahengê de.

Alîgirên Mexirbê ala Amazîxî jî bilind kirin

Ala Amazîxan jî hat dîtin, ku ew jî neteweyeke xwedî ziman û çanda xwe ya taybet e û xelkê resen ê Mexribê ne.

Êdî spor nakokiyên siyasî derbas dike û dema serkeftineke tê bidestxistin, her kes xwe xwediyê wê serkeftinê dibîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye