Li Meksîkayê di teqîna lîstikên fîşekên hewayî de herî kêm 10 kes mirin û 64 kes birîndar bûn

Li bajarokê Temascalcingo yê herêma Meksîkoyê, di encama teqîna fîşekên hewayî de ku ji bo festîvaleke olî hatibûn amadekirin, dîwarek hilweşiya; di rûdanê de bi dehan kes bûn qurbanî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên Meksîkayê ragihandin ku teqîn li bajarokê Temascalcingo ku nêzîkî 160 kîlomometre dûrî paytext Meksîko City ye, li nêzî dêra "Nuestra Señora de la Luz" qewimiye. Di dema bûyerê de bi sedan kes li wir kom bibûn da ku wekî parçeyek ji festîvala olî ya herêmê, li nîşandana fîşekên hewayî temaşe bikin.

Her çend sedema teqînê hîn bi daxuyaniyeke fermî nehatibe eşkere kirin jî, Serdozgeriya Dewleta Meksîkayê derbarê rûdanê de lêpirsîn da destpêkirin. Tê zanîn ku teqînên fîşekên hewayî li welatê Meksîkayê gelek caran di pîrozbahiyên serhêl û festîvalên olî de diqewimin

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye