Pêvajoya vegera koçberên Serê Kaniyê ber bi cih û warên wan ve berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, karwanê sêyemîn ê koçberan ku ji zêdetirî 500 malbatên li Kampa Waşûkanî û dibistanan pêk tê, îro berê xwe da gund û bajarokên Serê Kaniyê.
Ev pêngav wekî berdewamiya hewlên birêxistinkirî yên ji bo vegera koçberan tê nirxandin. Hêjayî bi bîranînê ye ku beriya niha jî karwanê duyemîn ê ku ji 700 malbatan pêk dihat, di 8'ê Îlonê de ber bi herêmê ve bi rê ketibû.