KNK`ê ji bo yekîtiya neteweyî amadebûna xwe nîşan dide

Hevserokê KNKê eşkere kir ku dan û standinên wan bi tevahiya rêxistinên her 4 aliyên Kurdistanê re hene û ji bo yekîtî û yekrêziya hêz û aliyên Kurdî, ew amade ne her karekî bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Yekîtiya neteweyî ya hêz û aliyên Kurdî di rojevê de ye, ji her demekê zêdetir, niha daxwaz tê kirin ku ev yekîtî bê avavkirin.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ehmed Karamûs destnîşan kir ku pêdiviya Kurdan bi pêkanîna yekîtiyeke neteweyî heye.

Li tevahiya cîhanê reweş tê guhertin û hin modêlên nû, ji bo çareseriyan bi pêş dikevin. Şert û mercên me jî li her çar parçeyên Kurdistanê zelal in ku modela çareseriyê dê bi çi rengî bi xwe re bînin.

Karamûs got: Daxwazên me yên stratejîk ew e ku li gorî şert û mercên beşên Kurdistanê çi rê û rêbaz jê re pêwîst e li gorî wê çareserî bê dîtin.

 

Karamûs: Banga Rêber APO ji bo yekîtiyê gelekî giring e

 

Karamûs da zanîn ku di nava 35 salên dawiyê de, hewildanên Kurdan ji bo çend pêvajoyên cuda cuda hebûn. Lê ew pêvajoyên berê negihiştine encameke çareseriya mayînde:

Karamûs bal kişand li ser pêvajoya banga Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan a di 27ê sibatê de û wiha anî ziman:" Banga Rêber Ocalan ji bo yekîtî û yekrêziya gelê Kurd ên li her çar beşên Kurdistanê gelek girîng in û derfeteke dîrokî ji bo çareseriyê nîşan dike."

 

Karamûs: Pêdiviya Gelê Kurd bi pêkanîna yekîtiyeke neteweyî heye

 

Ehmed Karamûs, bal kişand ser meş û mitînga ku bi boneya salvegera 102`emîn a Peymana Lozanê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di pêşengtiya 17 tevgerên Kurdistanî hate lidarxistin û da zanîn ku li ser çareseriya pirsgirêka Kurd, ev meş û mitîng li dar xistine.

Hevserokê KNK`ê destnîşan kir ku lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd weke erkeke netewî dibînin û got: “Her partî, sazî, rêxistin û kesayetên niştîmanî wê berpirsyariyê li ser milê xwe hîs nekin û îdrak nekin bêguman dê ji bo KNKê gelekî zehmet be ku em bikaribin wê pêngava sereke pêk bînin.

Ehmed Karamûs da zanîn ku bi hemû partî û rêxistinên Kurdistanê re dan û standin kirine û ev yek anî ziman: “Em di asta navdewletî û dîplomasiyê de ji dostên gelê Kurd dixwazin ku bi rêya pêwendiyên xwe ew jî piştgiriyê bikin. Da ku ev yekrêziya me û yekîtiya me pêk were.”

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24