Di 18’ê nîsanê de alîkarî ji Bakurê Kurdistanê ber bi bajarê Kobanê ve çû.
Lê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê destûr neda ku alîkarî derbasî Kobanê bibe.
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê astengiya li hemberî alîkariyên mirovî qebûl nekir û bertek nîşan da.
Platforma Piştevaniyê ya Amedê bertek nîşan da
Platformê daxuyaniyek da û tê de wiha got:
Di çarçoveya kampanyaya alîkariyê de, 2 TIR’ên alîkariyê ku ji xwarin û pêdiviyên jiyanê pêk dihat, di 18’ê nîsanê de hatin şandin.
Lê alîkariyên me li Deriyê Sînor ê Kîlîs-Çobanbeyê ji hêla Hikûmeta veguhêz a Sûriyê ve hatin astengkirin.
Hikûmeta veguhêz mudaxaleyî alîkariyên mirovî jî dike û em vê helwestê qebûl nakin.
Ev nêzîkatî gefê li pêşeroja hevpar a hemû gelên herêmê dixwe.
"Em dixwazin alîkarî yekser bigihijin xelkê Kobanê"
Platformê, di dawiya daxuyniyê de, ev bang kir:
“Em bang li civaka navneteweyî û hemû saziyên têkildar dikin ku li dijî vê neheqiyê bikevin nava tevgerê û zextê bikin.