Li Şêxmeqsûdê 5 welatiyên Kurd hatin girtin

Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê 5 welatiyên Kurd girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Di pîrozbahiyên cejna Newrozê de ciwanên Kurd ala Kurdî li herêma Cebanat a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bilind kiribûn.

Duh hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ew al daxistin. Ciwanekî Kurd careke din al hilda.

Hêzên hikûmetê da pey wî ciwanî lê reviya, hêzên hikûmetê jî dayika wî girtin.

Li gorî agahiyên ku Ajnasa Hawar a Nûçeyan parve kir;  ji ber wê bûyerê, li kêlek dayika wî ciwanî, li taxê 4 ciwanên din ên Kurd hatin girtin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye