Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezareta Perwerdeyê yên hikûmeta demborî ya Herêma Başûrê Kurdistanê, têkildarî pêvajoya xwendina îsal daxuyaniyek hevbeş belav kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her du wezaretan biryar dane pêvajoya xwendinê ji roja 12`ê nîsana îsal û şun ve, li hemû navendên xwendinê yên hikûmî, nehikûmî û taybet, di nav wers û zanîngehan de, destpê bike.
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha ji ber şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de û bombebaranên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê, her du wezaretan biryara xwendina online dabûn.
Ev yek bû sedema nerazîbûnên berfireh ji aliyê xwendekar û malbatên wan ve.