Di 29'ê çileyê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê peyamek îmze kirin.
Hin xalên sereke yên vê peymanê jî, tevlîbûna YPJê û berdana dîlgirtiyan bûn.
Lê dosyaya dîlgirtiyan heta niha bi dawî nebûye, ev hîn jî rojeveke sereke ya xelkên Rojava ye.
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî bi malbatên dîlgirtiyan û dîlgirtiyên Kobanê yên ku hatine berdan re civiya.
Mazlûm Ebdî diyar kir ku dosyaya dîlgirtiyan armanca pêşîn a hêzên wan e û got:
"Hêzên me bi domdarî vê dosyayê dişopînin û hewl didin ku encamên şênber di zûtirîn dem de pêk bînin.
Wê azadkirina tevahî dîlgirtiyan di demeke nêz de pêk bê û ji bo vê jî xebat tên kirin.”
Rohilat Efrîn: Me rewabûna xwe ji civaka xwe girtiye
Di çarçoveya heman peymanê de, hikûmeta veguhêz di entegrekirina şervanên YPJ'ê de ti gavan navêje.
Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Rohilat Efrîn di meşa li Qamişloyê ya ji bo piştgiriya YPJê de axivî û wiha got:
"Tiştê ku xuya dibe, parçe bi parçe jin ji sazî, îdare û tevahî beşên pergalê tên dûrxistin.
Em vê yekê napejirînin.
Ji bo vê em dibêjin, parastin û pejirandina YPJê di a
Ji bo wê em bi gelê xwe bawer in.
Me rewabûna xwe ji civaka xwe girtiye û me pişta xwe daye civaka xwe.
Em li gel vê civakê rewa ne."
Rohilat Efrîn di dawiyê de bang li her kesî bi taybet jî li jinan kir, ku ji bo misogerkirina mafên jinan di destûra nû de têkoşîna xwe mezin bikin.