Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê.
Beriya niha hatibû ragihandin ku wê hevdîtin di 23’ê vê mehê ve pêk were.
Tê payîn ku naveroka hevdîtinê, diyarkirina rewşa dawî ya çarçoveya yasayî be, ku daxwaz tên kirin di demeke nêz de were Meclisa Tirkiyê.
Şande herî dawî di 24'ê gulanê de çûbû Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû.