Rejîma Îranê xetên telefonan li ser girtîgehan qut kiriye

Rejîma Îranê ji bo zext û binpêkirinên wê ya li ser girtiyan ji derve re neyê ragihandin, ji 9’ê Çile ve hemû xetên telefonan yên girtîgehan qut kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê di derbarê rewşa li girtîgehan de agahiyên nû parve kir.

Li gor agahiyên hatine parvekirin, ji roja 9’ê Çile ve hemû xetên telefonan yên li girtîgehan hatine qutkirin da ku girtî nikaribin bi malbatên xwe re biaxivin û agahiyên ji nava girtîgehan bi derve re neyên parvekirin.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku ji ber agahî ji nava girtîgehan nayê girtin, fikarên li ser rewşa girtiyan bi taybetî jî girtiyên siyasî zêde bûne.

Her wiha hate diyarkirin ku kesûkarên girtiyan bang li rêxistinên mafên mirov yên navxweyî û navdewletî dikin ku li dijî vê rewşê zextan li ser rejîma Îranê bikin da ku dawî li vê bêmafiyê were anîn.

Ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî xwepêşandan destpêkirine. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz rûbirûyê xwepêşandanan dibe, lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.

Di êrîş û tundiya hêzên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan de zêdetirî 10 hezar xwepêşander hatine binçavkirin û 491 xwepêşander hatine qetilkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye