Piştî 5 rojan şewata Pênciwênê hate kontrolkirin

Şewata ku li sînorê Pênciwên a Silêmaniyê derketibû hat kontrolkirin. Di encama şewatê de hezar û 930 donim şewitî û kesek jî birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Qeymeqamê navçeya Pênciwênê Hêmin Îbrahîm ragihand ku agir pîştî seet 18:00 bi temamî hatiye kontrolkirin.

Di encama şewata 5 rojan de hezar û 930 donim zevî û daristan şewitîne.

Her wiha di encama vemirandina şewatê de jî du jîngehparêz birîndar bibûn, li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Hêmin Îbrahîm anî ziman ku tîmên agir vemirandinê ji bo şewateke nû dernekeve li herêmê mane û çavdêriya rewşê dikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24