Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Banga têkoşîna rêxistinkirî hat kirin

Li Pasûrê li dijî talankirina xwezayê bi pêşengtiya Platforma Parastina Zozanan a Hesendînê mitîng hat lidarxistin. Di mitîngê de banga têkoşîna rêxistinkirî hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li navçeya Pasûrê ya Amedê bi pêşengtiya Platforma Parastina Zozanan a Hesendînê ya Pasûrê û bi dirûşmeya “Em ê nehêlin hewa, av û xaka me were tunekirin” mitîng hat lidarxistin.

Hevşaredar, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên ekolojiyê û bi sedan kes tevlî mitîngê bûn.

Di mitîngê de, beşdaran pankartên “Qirkirina xwezayê qirkirina gel e”, “Na ji talankirina xwezayê re”, “Em ê destûrê nedin tunekirina xwezaya xwe” û “Çemê Zorê yê me ye” bilind kirin.

Hevşaredarê Pasûrê Mûrat Îpek, diyar kir ku çiya, av, kevir, çîçek, ajal û xwezaya navçeyê di armanca dijminên xwezayê de ye û got ku dê li dijî vê talankirinê, têkoşîneke birêxistinkirî bimeşînin.

 

Li Pasûrê daxwaza parastina xwezayê hat kirin

 

Endamê Meclisa Ekolojojiyê Necdet Sezgîn jî got: “Bostek axa me nîne ku em bidin talanê. Bila talankerên hatine vê derê baş bizanin; ev der qadeke jiyanê ya gel e.

 Em ê destûrê nedin ev qad were tunekirin.

Em ê bi hev re têbikoşin û xwedî li xwezaya xwe derkevin.

Geliyê Godernê, Gavgas, Pîran, Licê, Hesendîn, Zorê û deverên din di hedefa talankeran de ne.

 Kesek nikare xwe li ber têkoşîna gel bigire.

 Lewma divê em têkoşîneke rêxistinkirî bimeşînin. Parastina xwezayê parastina jiyanê ye. Em bi vê zanebûnê bi hev re jiyanê biparêzin.”

 

Baroya Amedê: Bi talankirina xwezayê re koçberî tê ferzkirin

 

Cîgira Seroka Baroya Amedê Şîlan Çelîk jî da zanîn ku xelkê herêmê di salên 90’î de, bi darê zorê hate koçkirin û got: “Heman polîtîkaya koçberkirinê, îro bi qirkirina xwezayê di meriyetê de ye.”

Hevserokê Yekîtiya Şaredariyan a Başûrrojhilat (GABB) Siraç Çelîk jî got ku tê xwestin av, ax û qadên wan ên jiyanê bên tunekirin, hafizeya wan were tunekirin û herêm ji mirovan bê xalîkirin.

Çelîk, li dijî talanê banga têkoşîneke hevpar kir.

Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî, destnîşan kir ku di şerê zêdetirî 40 salan de, gelek kes hatin qetilkirin, xweza hate tunekirin û niha jî di bin navê lêgerîna madenan de, qadên jiyanê tên tunekirin.

Şahîn, got ku dê xwe birêxistin bikin û destûrê nedin vê talanê.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24