Ji ber metirsiya şewatê nîştecîhên Saricaelî hatin tahliyekirin

Şewata li nêzî gundê Saricaelî yê navenda Çanakkaleyê gihaya jîngehê û malên ku bi metirsiya şewatê re rû bi rû bûn hatin tehliyekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh li daristana xerabûyî ya li nêzî gundê Saricaelî yê navenda Çanakkaleyê şewat derket.

Şewata li erdên çandiniyê yên nêzî gundê Saricaelî yê Çanakkaleyê dest pê kirî, nêzî jîngehan bû.

Ji ber bayê, şewat nêzî jîngehan û Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Ersoy a li navenda Çanakkaleyê bû.

Hat zanîn ku kesên malên wan nêzî şewatê hatin tehliyekirin.

Waliyê Çanakkaleyê Omer Toraman li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal got:"mudaxileyên ji bo vemirandina şewatê hewayî û bejahî didomin."

Li gorî agahiyên dawiyê şawat hîna dewam dike.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24