Bi daxuyaniyekê kiryarên li zindanan hat şermezar kirin

Li ber Girtîgeha Jinan a Amedê têkildarî gefa ku li girtiya bi navê Semra Akgul hatiye xwarin daxuyanî hat dayîn û hate gotin: ''Li hemberî polîtîkayên îmhayê yên li girtîgehan tên meşandin bêdeng namînin.''

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber binpêkirinên mafên girtiyan a li girtîgeha Amedê Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Hevgirtinê yên Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED-TUHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî gefên ku li Semra Akgul, hatine xwarin li pêşiya Girtîgehê Tîpa D a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de MEBYA-DER, Hevserokên Şaredariya Bajarê Nû Safiye Akdag û Mehmet Ergun, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navend û navçeyan, endamên Komeleya Dayikên Aştiyê, endamên Komeleya 78'an û gelek saziyên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê aliye Hevseroka TUAY-DERê Yeter Erel ve hat xwendin.

 

Girtîgeha Amedê jin rastî êşkenceyên kêfî tên

 

Daxuyaniyê bal kişand ser binpêkirinên mafên girtiyan û wiha hat gotin: “Mînaka herî berbiçav ya binpêkirinên mafên girtiyan Girtîgeha Jinan a Amedê ye.

Girtiya jin a ku piştî emeliyatê li nexweşxaneyê bû rastî êrîşa cendirmeyên nobetê hat. Lê tevî vê yekê lêpirsîn nehat kirin. Ev pêkanînên bêcezakirinê bikaranîna bêsînor a hêzên ewlekariyê li girtîgehan e.''

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku zextên li ser girtiyên jin ne tenê li ser nasnameya wan a siyasî, bandorê li laş û vîna jinê jî dike.

Hate diyar kirin ku di lêgerînê de girtî rastî heqaret, gef û tundiya fizîkî ya gardiyanên girtîgehê tên û wiha hate gotin: "Ev êrîşeke piralî ya li hemberî civak, aştî, berxwedan û siberoja demokratîk e."

Di daxuyaniya de daxwazên hevbeş yên ji bo sererastkirina rewşa li girtigehan wiha hate rêz kirin: 

"● Êşkence û pêkanînên xerab ên li girtîgehan divê demildest bên rawestandin.

● Temînkirina tenduristî, ewlehî û mafên bingehîn ên hemû girtiyan.

● Bidawîkirina pêkanîna şewitandina darvekirinê û kiryarên qanûnî yên rêveberî û lijneya çavdêriyê.

● Bêbingeh taloqkirina biryarên berdanê bên rakirin."

Di dawiya daxuyaniyê hete tekez kirin li hemberî polîtîkayên îmhayê yên li girtîgehan tên meşandin di aliyê qanûnî û civakî de bêdeng nemînin.

Her wiha hate gotin ku ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24