Di navbera parastina deryayî ya Taywanî û hevtaya wê ya Çînî de pevçûneke nû derket.
Taywanê got ku nêzîkî giravên Pratasê yên li bakurê Deryaya Başûrê Çînê, pevçûneke din di navbera parastina wê ya deryayî û hevtaya wê ya Çînî de çêbûye.
Di nava du hefteyan de, ev bûyer a duyem e ku di navbera Taywan û Çîn de çêdibe.
Taywana ku bi awayekî demokratîk tê birêvebirin, Çîn wê weke beşeke axa xwe dibîne.
Lê belê, Taywan vê angaştê red dike.
Her wiha Çîn di 5 salên borî de hebûna xwe ya leşkerî li dora giravê zêde kiriye, da ku parastina xwe bike.
Giravên Pratasê, ku ji hêla Taywanê ve tên kontrolkirin, di navbera başûrê giravê û Hong Kongê de ye û zêdeyî 400 kîlometreyan ji Taywanê dûr e.
Parastinên deryayî yên Taywanî got ku wan îro sibehê keştiyeke parastinên deryayî yên Çînî dîtiye, ku derbasî nav ava qedexekirî ya li dora Giravên Pratas bûye, bê ku hişyariyan ji keştiyeke Taywanî wergire.
Parastinên deryayî yên Taywanî, bi daxuyaniyekê gotin:
"Ev ne tenê rewşa aştî û aramiya heyî ya li Tengava Taywanê têk dibe, lê di heman demê de Çînê dike çavkaniyeke pirsgirêkên di karûbarên navbera tengavan û karûbarên herêmî de."
Beriya du hefteyan jî, weke vê bûyerê qewimî û tê de keştiya Çînî di dawiyê de ji nava ava qedexekirî ya Taywanî derketibû.