Di girtîgehên navendî û navendên girtinê yên li Sûriyê de gelek girtî hene.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), daxuyand ku heta niha hejmareke girtî di nav de, endamên hêzên rejîma Baas`ê di girtîgehan de ne.
SOHRˊê, da zanîn ku hin ji wan girtiyan ji 2013ˊan ve hatine girtin, di nava gelek girtîgeh û navendên girtinê de hatine veguhastin û di rewşên mirovî yên pir zehmet de dijîn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan, diyar kir ku ev girtî di girtîgehên navendî weke Edra, Hema, Heleb, Hums û gelek navendên girtinê li bakurê rojavayê welat weke El Raî û Sermedayê de ne.
Li gorî Navendê, hin navendên girtinê yên pir tund hene weke "Girtîgeha Mexara" li herêma Cebel El Zawiye ya başûrê Idlibê ku di şikeftên xwezayî de hatin avakirin û "Girtîgeha El Uqab" li heman herêmê ne.
Li gorî agahiyan, hin girtî çekdar an jî endamên teşkîlatên leşkerî yên berê ne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), got ku hin girtî çekdar an jî endamên berê ne li ser pirsgirêkên ewlehîyê hatibûn girtin.