Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî bi droneke nediyar ji sînorê rojava welêt ve rastî êrîşekê hat.
Dronê jeneratoreke elektrîkê ya li nêzî santrala nukleerî ya Barakah li herêma Zefra hedef girt.
Hate ragihandin ku santrala nukleerî ti zirar nedîtiye.
Her wiha ti zirarên canî jî çênebûne.
Enwer Qarqaş: Ev êrîşî binpêkirina qanûna navnetewî ye
Ji alîyekî ve Şêwirmendê dîplomasî yê Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî Enwer Qerqaş li ser hesabê xwe yê X`ê bûyer şermezar kir û got:
"Armanckirina terorîstî ya santrala enerjiya nukleerî ya paqij li Barakah, çi ji hêla berpirs ve be çi jî bi rêya yek ji nûnerên wê ve hatiye kirin, zêdebûna tundiyê ya xeternak e.
Her wiha dîmeneke tarî diyar dike ku hemû qanûn û normên navneteweyî bin pê dike.
Ev yek di paşguhkirina sûc de ji bo jiyana sivîlan li Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî û welatên derdorê xeteriyeke mezin e."
Misir, Urdun û Qeterê jî êrîşa bi dronan a li ser Ebû Dabî şermezar kirin.