SOHR: Di nîsanê de 49 ciwanên ku piraniya wan Kurd in hatine binçavkirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di kêmî mehekê de 49 ciwanên ku piraniya wan Kurd in, ji aliyê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê ve, hatine binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku saziyên ewlehiyê yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê di serdegirtinên malan de gelek ciwan bêyî ti tohmetên qanûnî hatine binçavkirin.

SOHRˊê, destnîşan kir ku ji destpêka Nîsanê ve bîlançoya binçavkirina ciwanan derketiye 49`an.

Li gorî heman çavkaniyê, piraniya wan ciwanên Kurd in û ber bi navendên girtinê yên nediyar ve hatine birin.

Vê yekê metirsiyên zêde der barê aqûbeta wan de çêkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye