Di nava saziyên ku hesabê karmendan hatiye rawestandin de koopertîfa xwendekarên peymangeh û dibistanên çandinî û beyteriyê yên xwendina xwe qedandine jî heye.
Di encama rawestandina hesabê de mûçeyên karmendan û dahatên teqwîdan ji destpêka sala 2025’an ve nehatiye dayîn.
Karmendên ji biryarê zirar dîtine wiha gotin :
“Dema em serdana berpirsê wezareta çandiniyê dikin, bersiva wan her dem dibêjin hûn koopertîf girêdayî wezareta kar û berên civakî û kar in, tu têkliya me bi we re tune ye.”
Her wiha heta niha saziyên eleqedar tu daxuyanî der barê mijarê de nedane.