Cezayîr ji paş ve hat û Urdun 2-1 têk bir

Di duyemîn maça Koma J`ê ya Kûpaya Cîhanê ya 2026an de, Cezayîr li hember Urdunê bi 2-1 bi ser ket. Cezayîrê, puanên xwe yên yekem a turnûvayê bi dest xistin, di heman demê de Urdun ji tûrnûvayê hat derxistin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di maça duyemîn a Koma J de Urdun û Cezayîr, hatin pêşberî hev.

Di maça ku li Stadyuma Levi's hat lîstin de, Urdun di deqeya 36'an de bi gola El-Raşdan 1-0 pêş ket.

Nîvê yekem ê maçê bi pêşengiya Urdunê bi golekê bi dawî bû.

Di deqeya 69an de, Ahmed Nadir Benbouali gol avêt û Cezayîrê wekhev kir.

Her wiha di deqeya 82'an de, Cezayîrê bi gola Amine Gouiri 2-1 pêş ket.

Ji ber ku di deqeyên mayî de ti gol nehatin avêtin, Cezayîr bi encama 2-1 Urdun têk bir.

Cezayîrê puanên xwe yên yekem bi dest xistin, di heman demê de Urdun ji turnûvayê hat derxistin.

Urdun dê maça xwe ya dawî ya komê di 28'ê hezîranê de li dijî Arjantînê bilîze.

Cezayîr dê di heman rojê de bi Awisturyayê re rûbirû bibe.

Tîma Neteweyî ya Urdunê piştî têkçûna xwe ya li dijî Cezayîrê ji Kûpaya Cîhanê hat derxistin.

Piştî Haîtî, Tirkiye û Tunisê, tîma Urdunê bû çaremîn tîma ku ji turnûvayê hat derxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye