Têkildarî êrîşên Amerîka yên li ser navend û baregehên Heşdî Şebî li Îraqê, Nûrî Malikî li ser hesabê xwe yê medya dijîtal X’ê peyamek belav kir.
Nûrî Malikî diyar kir ku berfirehkirina şer raste rast ber bi Îraq ve û hedefgirtina Heşdî Şebî ku wekî hêzek fermî dibin siya sîstema ewlehiya dewletê de dixebite, dijminahî û binpêkirinek metirsîdar ya serweriya Îraqê ye.
Nûrî Malikî êrîşên li ser Heşdî Şebî şermezar kir û bang li hikûmet û hêzên siyasî yên Îraqê kir ku ji bo rawestandina destdirêjiyên Îsraîlê yên ku ji aliyê Amerîkayê ve tê piştgirîkirin, tedbîrên pêwîst bigirin.
Ji destpêka şerê Îran û Îsraîl-Amerîkayê ve komên çekdar ên nêzî Îranê yên li Îraqê baregeh û navendên Amerîka yên li Îraqê bi dron û muşekan hedef digirin.
Li aliyê din jî di nava çend rojên borî de baregeh û navendên hêz û komên çekdar ên ser bi Heşdî Şebî yên li Îraqê, bi dijwarî ji aliyê Amerîkayê ve têne bombebarankirin.
Heta niha di encama van êrîşan de bi dehan kuştî û birîndar çêbûne.