Kurtulmuş: dema çekdanîn teqez bû dê rêziknameyên yasayî werin sazkirin

Serokê Meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş, îro di bernameyeke xwe de ya li ser pêvajoya aştî û mijara derxistina qanûnan axivî. Numan Kurtulmuş mercê radestkirina çekan danî pêşiya gavavêtina meclisê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Numan Kurtulmuş di bernameya girtinê û sertîfîkayê ya "Dibistana Siyasî" de ku li baregeha Yekîtiya Xwendekarên Tirk a Neteweyî (MTTB) li navçeya Fatîhê ya Stenbolê, bi hevkariya Zanîngeha Stenbolê (İÜ) hat lidarxistin, der barê pêvajoya siyasî de axivî.

Kurtulmuş careke din pêvajoyê weke "Tirkiyeke bê Teror" pênase kir û got: 

"Divê em bi tevahî pirsgirêka terorîzmê ku bi qasî 50 salên sedsala yekem a Komara me winda kir, bi dawî bikin û çareser bikin.

Her wiha em li vî welatî aştî û biratiyê bi wateya wê ya rastîn ava bikin."

"Divê tirkiyek hebe ku kes lê ji ber etnîka xwe neyê cudakirin"

Serokê Meclisa Tirkiyê diyar kir ku ew armanc dikin Tirkiyek hebe ku kes ji ber eslê xwe yê etnîkî lê neyê cudakirin û wiha domand:

"Em ê rêya xwe berdewam bikin, da ku serdemekê ava bikin ku kes nikaribe zarokên vî welatî bi bikaranîna cudahiyên etnîkî, çekan bixe destên wan.

Di vê çarçoveyê de, ez xebata Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku Meclisa Mezin a Neteweyî ava kir, ji bo demokrasiya Tirkiyê pir girîng dibînim."

Numan Kurtulmuş: Heta çek neyên danîn dê qanûn dernekevin

Serokê Meclisa Tirkiyê Numan Kurtulmuş di berdewamiya axaftina xwe de merc danî ji bo gavavêtina qanûnên ku di meclisa Tirkiyê de dê werin derxistin û ev peyam da:

"Bi hilweşandina tevahî ya rêxistinê û têgihîştina ku çek hatine danîn, ez hêvî dikim ku Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê berpirsyariya xwe bi cih bîne û rêziknameyên qanûnî yên pêwîst di zûtirîn demê de bi cîh bîne, da ku entegrasyona civakî misoger bike.

Ez ji dil û can bawer dikim ku ji bo bidestxistina 'Tirkiyeke bê Teror' di demeke kurt de, ev gav dê were avêtin.

Hêvî dikim ku Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê di zûtirîn demê de dest bi xebata destûreke nû bike."

Wezîrê dadê yê Tirkiyê: Wê yasaya pêvajoyê di demeke kurt de bê meclisê

Li gel van daxuyaniyên Kurtulmuş, berî çend rojan Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Akin Gurlek anî ziman ku xebata yasayî ya têkildarî pêvajoyê, wê di nava demeke kurt de were Meclisa Tirkiyê û got: 

"Wê ev qanûn di nava demeke pir kurt de dê bikeve meriyetê."

Di heman demê de, Dem Partî jî çend caran bang li aliyên peywendîdar kir ku gavên qanûnî biavêjin, berî meclisa Tirkiyê bikeve betlaneyê.

Pirs ev e, mercê ku Numan Kurtulmuş balê dikişîne ser, gelo çiqasî pêkan e û demeke kurt maye ku Meclisa Tirkiyê bikeve betlaneyê.

Nerînên çavdêr û siyasetmedaran ew in ku desthialta Tirkiyê dixwaze vê mijarê bi paş bixe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye