Hevseroka Giştî ya DBPê: Divê yekîtî hemû aliyan hembêz bike

Li Amedê bi navê “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” konferansek tê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û wiha anî ziman: "Hiqûqeke din ji me re lazim e; hiqûqa navxweyî ya Kurdan."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Amedê, ji aliyê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve, Konfarnsek bi navê “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” tê lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, di konferansê de axivî û bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî.

'Dewletê zimanê me bin ax kiribû lê berxwedana me nîşan da ku zimanê me nirxê me ye'

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û wiha axivî:

“Em deyndarê Tevgera Azadiyê ne ku îro em bi zimanê xwe diaxivin.

Dewletê zimanê me bin ax kiribû, lê berxwedana me nîşan da ku zimanê me nirxê me ye.”

'Divê yekîtî hemû aliyan hembêz bike'

Çîgdem Kiliçgun Uçar di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna wan bûye bendek ji bo parastina yekîtiya Kurdan û wiha got:

“Divê yekîtî hemû aliyan hembêz bike.

Heke yekitî ne demokratîk be, serkeftin pêkan nîn e."

'Em di hiqûqa dewletê de tune ne'

Bi domdarî Çîgdem Kiliç Uçar destnîşan kir ku şerê li bakurê Kurdistanê şerê li di dijî înkar û pişaftinê ye,

Çîgdem Kiliç Uçar her wiha bal kişand ser girîngiya avakirina hiqûqa Kurdan û got:

“Em di hiqûqa dewletê de tune ne, lewma em tên girtin û ji axa xwe tên derxistin.

Lê ji bilî hiqûqa dewletê, hiqûqeke din ji me re lazim e; hiqûqa navxweyî ya Kurdan.

Heke em di nava xwe de hiqûqeke demokratîk ava nekin, em nikarin bi dewletê re jî nîqaşeke hiqûqî bimeşînin.”

'Me li Rojava dît ku yekîtiya demokratîk çi ye'

Di heman demê têkildarî mînaka berxwedana Rojava got:

“Me li Rojava dît ku yekîtiya demokratîk çi ye?

Rojava peyamek da me; divê yekîtiya Kurdan ji niha û pê ve hîn xurttir bibe.”

'Me her tişt dît lê me tenê azadî nedît'

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, di dawiyê de bang li dewletê kir û ev tişt anî ziman:

“Me her tişt dît, lê me tenê azadî nedît.”

Piştî axaftinê beşdarên din ên konferansê jî nêrînên xwe parve kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye