Îro rûniştina yekem a dadgehkirina xiyabî ya Serokê Sûriyê yê berê Beşar Esed û birayê wî Maher Esed e.
Li gorî agahiyên AFP’ê ku xwe dispêre çavkaniyeke dadweriyê, rûniştina yekem a pêvajoya dadweriya ne amede ya Beşar Esed û birayê wî Maher Esed û hejmareke berpirsên ewlehî û leşkerîyê jî di nava dadgehkirinê de hene.
Di nav wan de berpirsê ewlehiyê yê berê Atif Nacîb ku ji 2015'an ve, hatiye girtin jî heye.
Dadwer, di vê rûniştinê de ji bersûc Atif Nacîb pirs nekir û diyar kir ku ew ji bo "tedbîrên îdarî û qanûnî" hatiye veqetandin.
Çavkaniya dadwerîyê piştrast kir ku darizandinên bi rûbirû wê xizmekî Beşar Esed ê bi navê Wessim Esed, Muftiyê berê Bedir Dîn Hesûn û hin berpirsên din ku hatine girtin, wê bi tawana hovîtîyê li dijî Sûriyan werin darizandin.
Dadwer, ragihandin ku rûniştina duyem a darizandinê, wê di 10ê Gulanê de were lidarxistin.
Beşar Esed rojekê, piştî ku komên opozîsyonê yên bi serokatiya Heyet Tehrîr El-Şam di Kanûna 2024an de ketin Şamê, reviyabû Rûsyayê.
Bi vî awayî desthilatdariya Malbeta Esed bi dawî bû.