Di 13ê Cotmehê de , şandeyeke leşkerî ji QSDê gihîşt Şamê da ku li ser entegrebûna bi Artêşa Sûriyê re nîqaş bike.
Endamê Fermandariya Giştî yê QSDê Sîpan Hemo ku di nava şandeyê de bû, piştî hevdîtinê destnîşan kir ku entegresyona herî baş ku ji bo hemû pêkahateyên Sûriyê divê pêk were, enteqresyona demoqratîk e.
Hate îdeakirin ku wê QSD bi awayê 3 firqeyan û 12 tugay tevlî pêvajoya entegrasyonê ku bi hikûmeta şamê re hatiye destpêkirin bibe.
Li gor ajansa North Prees dibêje Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) lîsteyek ji navên fermandarên firqeyên leşkerî yên ku dê tevlî artêşa Sûriyê û tugayên taybet bibin û nûnerên QSDê yên ku wê di Wezareta Parastinê û Fermandariya Giştî ya Sûriyê de cih bigrin, radestî Koalîsyona Navneteweyî kir.
Bi giştî di lîsteyê de navên fermandarên sê firqeyên leşkerî hene ku dê wekî firqeyek li herêma Cezîrê ya Sûrî, firqeyek din li herêma Firatê û firqeya sêyem jî li Dêra Zorê wekî firqeyek di nav artêşa Sûriyê de werin entegre kirin.
Li gorî gelek çavkaniyan ku ji North Press xuya kirine, di lîsteyê de navên nêzîkî 70 fermandarên ku beşdarî şerê li dijî Dewleta Îslamî "DAIŞ" bûne hene.
Yek ji van tugayan dê li ser "dij-terorê" bisekine û bi hevrêzî bi hêzên hevpeymaniya navneteweyî re li seranserê axa Sûriyê bixebite.
Çavkaniyeke din jî behsa kotaya ji sedî 30 ji fermandarên QSD di nav Fermandariya Giştî de kir.