10'ê cotmehê 2015'an roja ku aştî bi xwînê reş bû

Di 10'ê Cotmehê 2015'an de di mîtînga "Ked, Aştî û Demokrasiyê" de li ber Gara Enqereyê, komkujiyeke hovane ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve pêk hat. DAIŞê ev êrîş li dijî civakê pêk anî. Di vê komkujiyê de, 109 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Piştî vê komkujiyê, malbat di bin navê Komeleya Piştevaniyê û Aştiyê, ya 10’ê Cotmehê hatin gel hev û têkoşîna edaletê meşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 10'ê Cotmehê 2015'an de, di mîtînga "Ked, Aştî û Demokrasiyê" de li ber Gara Enqereyê, komkujiyek hovane ji aliyê çeteyên DAIŞê ve pêk hat, ev komujî li dijî aştiyê tê naskirin.

 

10'ê cotmehê di dîroka Tirkiyê de komkujiya herî mezin e

 

Ev komkujî, yek ji komkujiyên herî mezin a di dîroka Tirkiyê de ye. Her wiha bû sedema serhildanên civakî, daxwaza edaletê û nîqaşên navneteweyî li ser ewlehî, azadî û mafên mirovan.

 

Di encama êrîşê de 109 kes hatin kuştin

 

Ev mîtînga "Ked, Aştî û Demokrasiyê" bi dirûşmeya "Li dijî şer niha aştî" hat birêvebirin. Lê di dawiyê rojê de, roja 10’ê Cotmehê, bû roja komkujiyê.

Di encama êrîşê de 109 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Gel derket qadan û dest bi meşê kirin,lê li beramberî wê li ser hev teqîn pêk hatin.

Piştî teqînê, polîsan êrîşî girseyên ku dixwestin alîkariyê bidin birîndaran kirin.

Derengiya mudaxalekirina endamên tenduristî, bû sedema windahiya can, rê li ber bertekan vekir û di civakê de hêrsekî mezin ava kir.

 

Li seranserê Tirkiyê protestoyên li dijî desthilatdariyê pêk hatin

 

Di komkujiyê de, serdozgeriya komarê yê Enqereyê, li dijî kesên ku êrîş pêk anîne lêpirsînên berfireh vekirin, di encama lêpirsînê de, hat xuyakirin ku di aliyê tedbîran de, qelsiyên mezin hene.

Di derbara komkujiyên atmosfera siyasî ya Tirkiyê de, CHP û MHP qelsiyên ewlehiyê rexne kir û HDP eşkere kir ku ev êrîş bi destê dewleta Tirk pêk hatiye.

 

Piştî êrîşê bi daxwaza edalet û aştiyê çalakiyên mezin pêk hatin

 

Piştî êrîşê bi daxwaza edalet û aştiyê çalakiyên mezin pêk hatin.

Li qada navneteweyî li dijî van êrîşan bertekên mezin hatin nîşandan, gelek kes, serokê welatan peyama sersaxiyê weşandin. Hunermend, nivîskar, akademîsyen û muzîsyenan bertek nîşan dan û banga edaletê kirin.

Rêxistinên civaka sivîl zêdetir ked dan, nîqaşên di mijara hevsengiya navbera ewlehî û azadiyê de zêde bûn.

Desthilatdariyê belavkirina nûçeyên li ser bûyerê asteng û qedexe kir.

 

Pêvajoya hiqûqî bi têkoşîna malbatan hat destpêkirin

 

Pêvajoya hiqûqî bi têkoşîna malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûn, hat destpêkirin.

Di encama têkoşînê de hate diyarkirin ku komkujî ji aliyê du kesên xwekuj yên girêdayê DAIŞ’ê ve hatiye kirin.

Hat eşkerekirin ku yek ji wan kesan jî Yunus Emre Alagoz e.

 

Hinek gumanbar reviyan û yên din jî nehatin cezakirin

 

Di lêpirsînan de hat xuyakirin, dibe ku destên dewletê û yekîneyên ewlehiyê di pêvajoyê de hebe.

Hinek gumanbar ên rastîn reviyan û hinek jî nehatin cezakirin. Ev yek jî, rê li ber bertekên malbatan vekir.

 

Komeleya piştevaniyê û aştiyê ya 10’ê cotmehê ji aliyê civakê ve piştgiriyek mezin dît

 

Piştî komkujiyê malbat di bin navê "Komeleya Piştevaniyê û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê" de hatin gel hev û têkoşîna edaletê dan meşandin.

Ev komela ji aliyê civakê ve jî piştgiriyek mezin dît.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24