Di demekê de ku di navbera QSD'ê û Hikumeta Veguhêz a Sûriyê de lihevkirina entegrasyonê çêbûye û gelê Sûriyê li benda ewlehiyê ne, hin alî li pey provakasyonan in.
Komên girêdayî Tirkiyê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li gundewarên di navbera Kobanê û Girê Spî de, dest bi provokasyon ango sorkirina gelê herêmê kirine.
Ev kom, hewil didin ku peymana 29`ê Çileyê vala derxin û rewşa ewlehiyê têk bibin.
Li gorî agahiyên dawî, gelek hewildanên dorpêçkirina Kobanê ji aliyê komên girêdayî Tirkiyê û Hikûmeta Veguhêz ve tên kirin.
Her wekî li ser xeta sînor û gundewarên Kobanê liv û tevgerên leşkerî zêde bûne.
Armanca wan jî derbasbûna gundên di navbera Kobanê û Girê Spî de ye.
Tevî ku ew gund di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ne.
Di pêvajoyeke wiha de ev hewldan metirsiya zêdebûna rageşiya li herêmê bi xwe re tîne.