Maça di navbera Taxima Amedspor û Esenler Eroksporê de, dê li stadyuma navçeya Esenler a Stenbolê were lîstin.
Her wiha maç, dê di saet 20:00'an de, were lîstin.
Amedspor ku di niha di Lîga 1'emîn a Tirkiyê de pêşbaziyê dike, bi 70 puanan di rêza 2'emîn de li paş taxima Erzurumspor ku bi 72 puanan di rêza yekem de ye, cih digire.
Tê gotin ku eger Erzurumspor di maça xwe ya bê de li dijî Îstanbolspor bi bin bikeve, Amedspor dê bibe yekem.