Artêşa Îsraîlê Girê Sor ê Quneytîrayê topbaran kir

Her diçe Îsraîl xwe li Sûriyê xurtir dike. Artêşa Îsraîlê derdora parêzgeha Quneytîrayê 5 caran topbaran kir. Di êrîşê de ti zirar derneket. Her wiha artêşa Îsraîlê li Derayê jî 4 ciwan girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsraîlê tevger û çalakiyên xwe li başûrê Sûriyê zêdetir kirine.

Îsraîlê bi îdîaya ku careke din wekî êrîşa 7'ê cotmehê ji aliyê sînorê wê yê bakur ve pêk neyê, xwe li Sûriyê bi cih dike.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku Îsraîlê li başûrê Sûriyê êrîş kiriye.

Çavdêriya Sûriyê da zanîn ku artêşa Îsraîlê êrîşî herêma di navbera gundê Semdaniyê rojava û rojhilat ya li Quneytîrayê kir.

Her wiha çavdêriyê diyar kir ku beriya vê jî, artêşa Îsraîlê êrîşî derdora Girê Sor ê li Quneytîrayê kir.

Çavdêriya Sûriyê daxuyand ku di encama êrîşê de ti zirar deneket.

Hêzên Îsraîlê bi ser gundekî Derayê de girt û 4 ciwan girtin

Li parêzgeha Derayê jî tevgera artêşa Îsraîlê heye.

Çavdêriya Sûriyê ragihandin ku karwanekî leşkerî yê artêşa Îsrîalê bi ser gundê Abudîn yê li Derayê de girt.

Li gorî jêderê, artêşa Îsraîlê bi ser hejmarek xaniyan de girt û 4 ciwan ku di nav wan de 3 birayê hev in girtin.

Di dema ku ew hêz derbasî gund bû gule barandin, piştre jî ji herêmê vekişiyan.

Beriya niha li vî gundî, di navbera artêşa Îsraîlê û gundiyan de pevçûnek derketibû.

Wê demê, artêşa Îsraîlê dixwest ku bikeve gund, lê gundiyan rê li ber ketina wê bi avêtina keviran girtin.

Beriya çend rojan jî, Eniya Berxwedana Îslamî ya Sûriyê êrîşî xaleke Îsrîalê li Derayê kir.

Ev kom ji aliyê Îranê tê piştgirîkirin û di bin fermana wê de jî tê birêvebirin.

Ev kom li başûrê Sûriyê belav bûye û dibêje heta ku Îsraîlê ji Sûriyê venekişe ew êrîşên xwe li dijî wê bi dawî neke.

Lewma Îsraîlê hebûna xwe li Sûriyê xurt dike.

Yek ji armancên hebûna Îsraîlê li Sûriyê jî Tirkiye ye.

Îsraîlê bi baldarî tevgera Tirkiyê li Sûriyê dişopîne.

Beriya nihya jî gelek caran rayedarên Îsraîlê gotin ku ew ê nehêlin ku Tirkiyê li Sûriyê xwe xurt bike.

Malpera Aixosê bi raporekê eşkere kir ku Îsraîlê ji Amerîkayê xwest ku êrîşî çend xalên girêdayî Tirkiyê li Sûriyê bike.

Li gorî jêderê, rêveberiya Amerîkayê daxwaza Îsraîlê red kiriye da ku di navbera Îsraîlê û Tirkiyê rûbirûbûneke rasterast çênebe

Ji bo van sedeman, Îsraîlê xwe li Sûriyê xurt dike.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê jî li hemberê tevgera artêşa Îsraîlê bêdeng e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye