Di demên dawî de, rojane bûyerên ku ewlehiya şêniyan dixe nav xeterî û metirsiyê de, bênavber rû didin.
Li Idlibê 2 kes di encama teqîna mayînekê de birîndar bûn
Li gundê Meeret El Sîn ê Idlibê 2 kes dema ku bermahiyên maleke kavilkirî radikirin da ku ji nû ve ava bikin, mayînek a bermaniyên şer bi wan ve teqiya.
Li gundewarê Helebê di êrîşa otobusekê de 2 kes hatin kuştin
Li Sûriyê bi awayekî giştî li Heleb, Selemiyê, Hema û Derayê di buyerên cuda de, 7 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Li gundê Kefer Naha yê girêdayî Rojavayê Helebê otobuseke xwendekar û mamosteyan ji aliyekî kesên nenas ve rastî gulebaranê hat.
Li gorî amarên destpêkê, 2 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Sedemên vê êrîşa nenas û kesên li pey wê heya niha nehatiye eşkerekirin.
Malbatên wan jî bangên lezgîn dikin ji bo eşkerekirina hûrguliyên bûyerê û şopandina kesên tê de cih girtine.
Li gundewarê Hemayê sivîlekî elewî rastî gulebaranê hat
Di bûyereke din de li gundewarê Hemayê sivîlek bi temenê 56 salî ji aliyê çekdarên nenas ve rasterast hat gulebarankirin, di encamê de bi giranî birîndar bû.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku ew kes ji pêkhateya Elewî ye û dema li ser banê mala xwe bû rastî êrîşê hat.
Çavdêriyê tekez kir ku ew sivîl bi temamî aştiyane bû, kesekî ku zêdetirî 20 salan li Zanîngeha Hemayê wekî karmendê îdarî kar dikir û ti girêdaneke wî ya leşkerî tune bû.
Li Heleb û Hemayê 2 leşker hatin kuştin
Di bûyerên cuda de li gundewarên Heleb û Hemayê, di encama êrîşeke nenas de 2 endamên Ewlehiyê û Hêzên Leşkerî hatin kuştin.
Himêdî Sabit, endamekî hêzên Ewlekariya Hundirîn, li nêzî bajarokê Kuweyrisê yê li gundewarê Helebê, ligel kesekî din ê nenas hat kuştin.
Muwefeq Dahir, li herêma gundewarê Hemayê hat kuştin.
Nasname yan jî agahî li ser pêkhênerên her du êrîşan heya niha nehatiye ragihandin.
Li gundewarê Rojhilatê Helebê 2 sivîl hatin kuştin
Li herêma Tadifê ya li gundewarê rojhilatê Helebê jî, 2 sivîl ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.
Ev bûyera herî dawî ye di rêzekuştin û êrîşên armanckirî yên li herêmê de.
Ev yek di demekê de pêk tê ku nîgeraniyên der barê xirabûna rewşa ewlehiyê de zêde dibin.