Polîsan piştî ku 47 kes bin çav kirin ew sewqî dadgehê kirin.
Ev kes bi sûcên mîna "avakirina rêxistinê ji bo kirina sûc", "bertîl" û "sexteya îhaleyan" dimeşîne, di 6`ê cotmehê de hatin binçavkirin.
Piştî lêpirsîna li qereqola polîsan, 4 kes serbest hatin berdan û 43 kesên din, sewqî edliyê hatin kirin.
Piraniya kesên ku hatin girtin şaredar û endamên Şaredariyê bûn.
Ji 43 kesên ku sewqî dadgehê hatin kirin, ji bo 6 kesan, ku Şaredarê berê yê Bayrakliyê Serdar Sandal jî di nav wan de ye, biryara girtinê hat dayîn.