Beşa Jehirê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Mohamed Lamine Debaghine ji ber hebûna jehrê di kulê de hişyarî da.
Zanîngehê da zanîn ku pitikek 14 mehî ji ber hebûna 102 mîkrogram jehirê di xwîna wî de, jîyana xwe ji dest daye.
Heman zanîngehê çend bûyerên din ên giran jî tomar kirin.
Asta jehrê ya di van bûyeran de ji 52.5 mîkrogram heya 722.4 mîkrogram bilind dibe.
Zanyar radigihînin, di Kulê de risas heye ku madeyeke jehrîye.
Risas bi gelemperî li çavên pitikên nûbûyî tê sepandin da ku ji ronahiya zêde dûr bikevin an jî zarok ji çavnebarîyê biparêzin.
Pisporên tenduristîyê piştrast kirin ku bikaranîna kulê li ser pitikan pratîkek kevin û kevneşopî ye.