Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ji bo vîrûsa Ebolayê hişyarî da

Belavbûna Vîrûsa Ebolayê berdewam dike. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî derbarê vaks-lêdanên pêwîst ên ji bo pêşîgirtina li vîrûsê de, hişyariyek da û diyar kir ku heta 9 mehan derman peyda nabe û divê her kes xwe biparêze.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Der barê belavbûna Vîrûsa Ebolayê de, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyariyek da.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da ku vakslêdanên pêwîst ji bo pêşîgirtina li Vîrusa Ebolayê dê di nav 6 heta 9 mehan de peyda nebin.

Rêxistinê da zanîn ku Vîrûsa Ebolayê bi awayekî berfireh li Afrîkaya Navîn belav dibe.

Karbidestên Tenduristiyê ya Cîhanê jî piştrast kir ku vakslêdanek li dijî cureya Bundibugyo ya Vîrûsa Ebolayê hîn ne amade ye û pêşveçûna wê dikare bi mehan bidome.

Bundibugyo jî cureyeke kêm û kujer a Vîrusa Ebolayê ye, ku bi vî navî li Komara Demokratîk a Kongo û Ugandayê tê naskirin.

Ji ber vîrûsa Ebolayê heta niha 139 kesan jiyana xwe ji dest dane

Heta niha jî, 139 kesî ji ber belavbûna vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û hejmara gumanbarên ku bi nexweşiyê ketine nêzîkî 600 kesî dibe.

Rêveberê Giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus, diyar kir ku belavbûn li Kongo û Ugandayê bi leztir dibe û hişyarî da ku dibe ku hejmara mirinan zêde bibe.

Li herêma Ituri jî, hewldanên tenduristiyê asteng dibin, ji ber ku xebatkarên tenduristiyê ji ber fikarên ewlehiyê ji herêmê direvin.

Hate gotin ku vakslêdaneke alternatîf a li ser bingeha teknolojiya AstraZenecayê dê di nav çend mehan de ji bo ceribandinê amade be.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê xetereya belavbûna vîrûsê li ser asta herêmê wekî "bilind" nirxand û li ser asta cîhanê jî wekî "nizm" nirxand.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye