Di 29'ê cotmeha borî de li xwaringeheke bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê, cereke gazê teqiya û di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da.
Vê bûyerê asta saxlemiya cerên gazê û girîngiya avêtina gavan ji bo zêdekirina saxlemiyê diyar kir.Gelek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bikaranîna cerên gazê yê li malan bi tirs in.
Kargeha Siwêdiyê tekane kargeha gazê ye
Kargeha Siwêdiyê ya Gazê ya li bajarê Dêrikê, tekane kargeha gazê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.
Di çarçoveya zêdekirina ewlehiyê û çareserkirina pirsgirêkên heribandina gazê de, rojane nêzî 75 cerên gazê çêdike û nêzî 14 hezar ceran dadigire.
Kargeh cerên nû di astên saxlemiyê yên baş de derdixe û li seranserê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bi yên kevin re werin guhertin belav dike.
Egîd Ebdulmecîd: Çaksazkirina cerên gazê gaveke girîng e
Rêveberê kargehê endezyar Egîd Ebdulmecîd, diyar kir ku çaksazkirina cerên gazê gaveke pir girîng e û got:
"Em baş dizanin ku li ba me çavkaniyên pêwîst tune ne, lê belê em hewl didin krîza gazê di nava welatiyan de çênebe."
Endezyar Egîd Ebdulmecîd da zanîn ku hemû cerên ku pirsgirêk tê de derdikevin li ba xwe digrin û careke din venagerînin nav welatiyan û got:
"Dema ku em bibînin devika cerê xerabe em wê diguherînin.
Armanca me ne tenê zêdekirina hejmara ceran e, ew e ku em bikarin cerên kevin bi yên nû biguherînin."
"Her cereyeke 24 kîlogramî em bi 9 kîlogram gazê xam dadigirin"
Egîd Ebdulmecîd destnîşan kir ku wan ceran ji ezmûnên dijwar derbas dikin û tedbîrên din digirin da ku pîvanên saxlemî û ewlehiyê werin pêkanîn û wiha anî ziman:
"Cere ji aliyê giranî û cûreyê hesin ve cuda dibin, lê dema em wan dadigirin, her cereyeke 24 kîlogramî em bi 9 kîlogram gazê xam dadigirin."
Her wiha derbarê çavdêriyê de jî, Ebdulmecîd eşkere kir ku li hin herêman çavdêrî heye, lê li hin herêmên din bi giraniya ceran tê lîstin.
Rêveberê kargehê endezyar Egîd Ebdulmecîd bang li welatiyan kir ku her tim hişyar bin ji ber ku cera saxlem ji bo malbatekê mehekê li ber xwe dide, lê belê ya nesaxlem 2 hefteyan li ber xwe nade.
Her wiha bang li aliyên berpirs kir ku mijara lîstina bi ceran û giraniya wan bişopînin.