Tengava Hurmizê mijara sereke ya danûstandinêye ku hin welat hene dixwazin Tengavê bigirin destê xwe.
Girêdayî heman mijarê Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîb Abadî ragihand ku lihevkirina di navbera Tehran û Umanê de li ser rêziknameyên nû yên ji bo Tengava Hurmizê li ber dawîbûnê ye.
Kazim Xerîb Abadî diyar kir ku her du alîyan hema hema li ser hemû mijaran li hev kirine.
Xerîb Abadî xuya kir ku di xalên lihevkirinê de nexşeya rêyên ketin û derketina trafîka deryayî ji aliyên teknîkî û îdarî li ber dawîbûnê ne.
Abadî: Lihevkirin tenê di navbera Îran û Umanê de ye
Abadî tekez kir ku ev lihevkirin bi tenê di navbera Îran û Umanê de hatiye çêkirin û ew ji bo ti welatekî din ti maf nas nakin.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê zêde kir ku modela nû ya trafîkê li Tengava Hurmizê re wê ji mekanîzmaya 60 salên borî cuda be.
Xerîb Abadî got ku li gorî vê lihevkirinê, rêya bakur a nêzîkî Girava Lark û rêya başûr a di avên navxweyî yên Umanê de ku bi demkî hatine afirandin, dê werin girtin.
Her wiha Wezareta Derve ya Pakistanê bi daxuyaniyekê hêvî kir ku peymana derbarê Tengava Hurmizê de bibe sedema ji nû ve destpêkirina danûstandinan di navbera Amerîka û Îranê de.