Hejmara qurbaniyên bagera Hindistanê gihîşt 111 kesan

Bîlançoya bagera ku di 13ê gulanê de li Hindistanê qewimî bû, bilind bû. Nivîsgeha Operasyonên Rizgarkirinê ya Hindistanê, ragihand ku hejmara kesên ku ji ber bagerê mirine gihîştiye 111 kesan û 72 kes jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bîlançoya bagera ku di 13ê gulanê de li eyaleta Uttar Pradesh a bakurê Hindistanê rû dabû, giran bû û li gorî daneyên dawiyê jimara miriyan gihîşt 111 kesan.

Nivîsgeha Operasyonên Rizgarkirinê ya girêdayî Rêveberiya Karesatan a eyaleta Uttar Pradesh a Hindistanê ragihandiye ku hejmara kesên ku ji ber bagerê mirine gihîştiye 111 kesan û 72 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daneyên berê yên ku Nivîsgeha Rêveberiya Karesatan û Alîkariyê ya eyaletê ragihandibû ku ji ber rewşa hewayê ya dijwar roja çarşemê (13 Gulan 2026) 89 kes mirine.

Her wiha nivîsgehê diyar kir ku 53 kes birîndar bûn, 87 mal zirar dîtin û 114 sewal mirine.

Li gorî nivîsgehê, hin mirin ji ber hilweşîna dîwarên malan û ketina daran di dema bahozê de çêbûne.

Serokwezîrê Uttar Pradesh ferman da rayedarên herêmî, da ku di nava 24 saetan de alîkariyên diravî bidin mexdûrên karesatê.

Li eyaleta Uttar Pradesh a ku nifûsa wê 240 milyon kes e, di demsala mûsonê de gelek caran bahoz lê radibe.

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye