Li ser temsîla lawaz a jinan di Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Elî diyar kir ku jinên Sûrî bi taybetî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi ezmûna Rêveberiya Xweser re îrade û wêrekiya xwe îsbat kirin û serkeftinên mezin bi dest xistin.
“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîla siyasî ya jinan ji sedî 50 derbas kiriye”
Xod El Elî da xuyakirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, temsîla siyasî ya jinan di navendên biryarê û di tevahî saziyan de, ji sedî 50 derbas kiriye.
Xod El Elî bi bîr xist ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di sala 2012’an de, ji bo azadî û avakirina sîstemeke nenavendî li ber xwe da û wiha got: "Nenavendî çareseriya herî guncaw û rasteqîn ji tevahî pirsgirêkên ku pergala navendî bi xwe re anîne."
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya destnîşan kir ku divê Sûriya nû li ser bingeha sîstemeke nenavendî were avakirin ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyê biparêze.
Berdevka Zenûbiyayê, pergala navendî ya ku Hikûmeta Veguhêz li ser wê îsrar dike, red kir û got: "Em li dijî navendîtiya dewletê ne. Divê Şam îradeya gelên Sûriyê fêm bike."
“Di Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de jinan temsîla rasteqîn bi dest nexistine”
Xod da zanîn ku di wezaret û navendên biryarê yên Hikumeta Veguhêz de, jinan temsîla rasteqîn, çalak û adilane bi dest nexistine.
Di daxiya axaftina xwe de, bang li jinan kir ku ji bo parastina destkeftiyan û avakirina Sûriya pirrengî, nenavendî û demokratîk, yekîtiya xwe ava bikin û wiha axivî: “Ezmûna Rêveberiya Xweser di nava 14 salan de, serkeftina xwe nîşan daye.”