Amerîka plana Îsraîlê ya kişandina Sûriyê ji nava şer asteng kir

Çavkaniyên Îsraîlî diyar kirin ku DYAˊyê bi awayekî rasterast destwerdan kir û êrîşa Îsraîlê li dijî deriyê El Mesne yê di navbera Sûriye û Libnanê de rawestand. Heman çavkaniyê got ku Amerîka plana Îsraîlê ya kişandina Sûriyê ji nava şerê li dijî Hizbulaha Libnanê asteng kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gor çavkaniyên Ajansa Rojnewsê ku xwe dispêre Radyoya Îsraîlê diyar dike ku DYA êrişa Îsraîlê li dijî deriyê El Mesne yê di navbera Sûriye û Libnanê de asteng kir.

Radyoya Îsraîlê destnîşan kir ku piştî demeke kurt ji daxuyaniya berdevkê artêşa Îsraîlê ku gotiye beriya êrişkirinê deriyê sînor vala bikin, Rêveberiya Amerîkayê ji serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxwaz kir ku vê êrişê bisekinîne.

Artêşa Îsraîlê bi hinceta Hizbullah derî û rêya lez a M30 ya li derdorê ji bo armancên leşkerî bi kar tîne êrişên deverên li nêzî deriyê kiribû û got ew amadekariyê dike ku êrişî derî bike û ji kesên li wir xwest ku wir vala bikin.

Raporekê bi bîr xist ku Îsraîlê ji DYAˊyê xwestiye ku ji ber sedemên siyasî êrîşa li dijî derî taloq bike û mijarê ji rayedarên ewlehiyê yên Sûriyê yên bi Ehmed Şera re dixebitin re bihêle.

Radyoya Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî da zanîn ku têkildarî mijarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ji Amerîkayiyan re gotiye ew li dijî Hizbullahê dixebitin û wan di rojên borî de hewlên qaçaxîkirina çekan ji Sûriyê ber bi Libnanê ve têk birine.

Lê hin çavkaniyên dîtir anî ziman ku armanca rast ew e ku zext li Şamê were kirin ku bikeve nava şer.

Ev jî dişibihe ew tecrûbeya ku Îsraîlê di 1976ˊan de rê daye 20 hezar leşkerên artêşa Sûriyê ku derbasî Libnanê bibe, bi wê re trajediyeke biêş ji Libnaniyan re çêkir.

Li gorî çavkaniyên ji rojnameya Îsraîlî Maariv re gotine ku Îsraîl diyar dike ku têkçûna berdewam a Libnanê di rûbirûbûna Hizbullahê de, windakirina baweriya Amerîka û Rojavayî bi saziyên dewleta Libnanê wê bi xwe re bîne.

Ji bo wê jî Îsraîl dixwaze li herêmî rewşeke nû ya siyasî were avakirin, Îsraîl û rejîma Sûriyê ya nû ji bo parvekirina berpirsiyariyên ewlehiyê li Libnanê li hev bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye