Hêzên Rûsyayê 59 dronên Ûkraynayê têk birin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan 59 dronên Ûkraynayê xistine xwarê, yekîneyeke leşkerî yê Ûkraynayê dorpêç kiriye û bajarokekî nû girtiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên parastina asmanî yên Rûsyayê 59 dronên Ûkraynayê îmha kirine.

Wezaretê got ku hêzên Rûsyayê, yekîneyên Ûkraynayê li bajarokê Dronovka li parêzgeha Donetskê dorpêç kirine.

Ev pêşketin piştî wê yekê tên ku wezaretê roja Sêşemê ragihand ku hêzên Rûsyayê "bajarokê Balagan a Donetskê kontrol kiriye".

Wezaretê her wiha da zanîn ku pêşveçûna xwe li taxên rojhilatê bajarokê Dmitrov ê li Komara Gel a Donetskê didomînin.

Di heman demê de rayedarên Ûkraynayê roja sêşemê, bi bihaneya li herêmê rewşa ewlehiyê xirab e, ferman dan bi dehan bajarokên nêzîkî bajarê Kupiansk li Herêma Xarkîvê vala bikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye