Duh di merasîmeke fermî de ku li Qesra Bexdayê hat lidarxistin Serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî, Elî Zeydî bi avakirina hikûmeta nû erkdar kir.
"Li gorî destûra bingehîn a Îraqê, wekî namzedê bloka herî mezin a parlemanî, mehek dem ji we re heye ku hûn vê hikûmetê ava bikin û pêşkêşî Encûmena Nûneran bikin.
Bawer bin, em ê jî hemû piştgiriyê bidin hewildanên we û hewildanên hikûmeta nû.
Hemî rayedar dê bi hev re bixebitin da ku vî welatî pêşve bibin.
Ez ji bo vê tayînkirinê, we pîroz dikim û hêvî dikim ku hûn layiqî wê bin.
Em bawer in ku hûn ê di vê demê de bikaribin hikûmetê ava bikin."
Di merasîmê de Nizar Amêdî, diyar kir erkdarî destpêka rêyeke çalakiyê ye û hêvî kir ku bi serkeftinê were tacîdarkirin.
Çarçoveya Hemahengîyê duh, di saetên şevê de, bi peyamekê, ragihand ku wan civînek girîng li Koşka Hikûmetê ya li Bexdayê li dar xistine.
Her wiha Çarçoveya Hemahengiyê eşkere kir ku wan di vê civînê de, Elî Zeydî ji bo erka Serokwezîrtiyê dest nîşan kiriye.
Di peyamê de hem spasiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, hem jî Serokê Hevpeymana Dewleta Yasayê Nûrî Malikî hatiye kirin ku xwe ji namzetkirinê vekişandin.
Bi vê yekê jî, Elî Zeydî bû namzetê Koma Çarçoveya Hemahengiyê ku li Parlamentoyê koma herî mezin e.
Elî Falih Kazim Zeydî, di sala 1986`an de, li parêzgeha Zîqarê ya Îraqê hatiye dinê.
Wî Serokatiya Desteya Birêvebirinê ya Banka Başûr (Mesref el-Cenûb) kiriye.
Her wiha serokê niha yê Desteya Birêvebirinê ya Şirketa Nîştimanî ye.
Di heman demê de ew Serokê Desteya Birêvebirinê ya Zanîngeha Şeibê, Desteya Birêvebirinê ya Enstîtuya Bijîşkî ya Eştarê û endamê Sendîkaya Parêzerên Îraqê ye.
Divê Elî Zeydî di nava 30 rojan de kabîneya xwe ava bike
Li gorî madeya 76`an a Destûra Îraqê, divê Elî Zeydî di nav 30 rojan de hikûmeta nû ava bike û pêşkêşî Parlamentoyê bike.
Li gorî madeyên 3 û 5`an, eger Elî Zeydî di nav dema diyarkirî de nikaribe hikûmetê ava bike, Serokkomarê Îraqê dikare kesekî din ji bo avakirina hikûmetê destnîşan bike.
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Elî Zeydî kir
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê duh bi şev li ser hesabê xwe yê X`ê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de Elî Zeydî ji bo namzedbûn û erkdarkirina wî ya posta serokwezîrtiyê pîroz kir û got:
"Em ji bo kar û xebatê wî serkeftinê dixwazin.
Hêvî dikin ku ji bo daxwazên gelê me yê li seranserî Îraqê û pêkanîna aramî û avakirinê kar bike."