Desteya Ekolojî, Hêza Ewlekariya Hundirîn û Meclîsa Leşkerî ya Bajarê Kobanê, ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Kobanê, dar li muzexaneya bajêr çandin.
Dar, li cihê berxwedaniyê ku weke muzexaneya berxwedaniya Kobanê hatiye hiştin, hatin çandin û şehîdên berxwedaniyê hatin bibîranîn.
Weke tê zanîn, di 15`ê Îlona 2014`an de, çeteyên DAIŞ`ê, êrîşî bajarê Kobanê kir.
Şervanên Yekîneyên Parastinê yên Gel (YPG), şervanên Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) û şervanên din ên welatparêz jî, berxwedaneke bêhempa ya 134 rojan li hemberî van êrîşan kirin.
Di encama vê berxwedanê de, roja 1`ê Mijdarê, Kobanê hat rizgar kirin û ev roj weke Roja Piştgiriya Navneteweyî ya Berxwedana Kobanê, hate ragihandin.