Marie Louise Eta di dîroka Bundesliga de bû yekem rahênera jin

Taximê Union Berlin bi veqetedina Steffen Baumgart re Marie-Louise Eta wekî rahênera taximê dest nîşan kir. Eta, bû yekem rahênera jin ku di pênc lîgên mezin ên Ewropayê de hate tayînkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Marie-Louise Eta, wekî rahênera nuh a taximê Union Berlinê hate tayînkirin.

Piştî têkçûna 3-1 li hember Heidenheim, rêveberiya Union Berlin erka rahêner Baumgart bi dawî kir.

Bi vê biryarê, piştî çend encamên xirab ên di lîgê de, taxim heta dawiya sezonê ji Eta re hate wezîfedarkirin.

Marie-Louise Eta, ya 34 salî bû yekem rahênera jin di pênc lîgên herî baş ên Ewropayê de.

Eta, ku berî niha taximê U19 ê kulûbê perwerde dikir, di mijdara 2023'an de jî bû yekem alîkara rahêner ku di Bundesliga de dixebite.

Rêveberê kulûbê Horst Heldt got:

''Me encamên dilşikestî bi dest xistin.

Me dît ku em ê bi vê performansê negihîjin armancên xwe.''

Union Berlin, bi 32 puanan di lîgê di rêza 11'emîn de ye û bi 7 puanan li jor herêma daketinê ye. 

Eta di daxuyaniya xwe de got:

''Ez kêfxweş im ku min ev peywira dijwar girt ser xwe.

Ez bawer dikim ku bi hev re em ê puanên pêwîst bi dest bixin.''

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye