Li gorî agahiyên nûçeya Axiosê, Washingtonê bi awayekî bêdeng di meha Kanûnê de protokola “Madeya 13’emîn” a ku bi ewlehiya neteweyî ve girêdayî ye xist dewrê û dîplomatê payebilind ê Îranê Saadat Agacanî ji welat derxist.
Saadat Agacanî Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Îranê yê di NY’yê de wezîfedar bû.
Ev biryara dersînorkirinê nîşaneya kûrbûna krîza di navbera Washington û Tehranê de ye.
Hat ragihandin ku di mehên dawiyê de bi kêmanî 3 dîplomatên Îranî hatine dersînorkirin û ji bo dîplomatên din ên Îranî yên li Amerîkayê jî sînorên tund ên tevgerê hatine danîn.
DYA’yê ev made ji bo dîplomatên ku li derveyî çarçoveya wezîfeya xwe ya dîplomatîk tevdigerin û wekî gef li ser ewlehiya neteweyî tên dîtin, bi kar tîne.
Tê diyarkirin ku ev pêngav beşek ji stratejiya Amerîkayê ya ji bo sînordarkirina çalakiyên dîplomatîk ên Îranê ye.