Di daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew bi zelalî radigihînin ku yekîtiya axa Sûriyeyê prensîbeke ku nayê nîqaşkirin û wiha lê zêde kir: "Daxwazên ku em îro pêşkêş dikin ji bo pergaleke demokratîk a piralî û destûreke bingehîn e ku mafên hemû pêkhateyan garantî dike."
Di dawiyê de, Rêveberiyê bang li tevahî aliyan kir ku xwedî berpirsyariyeke nîştimanî bin û dest ji zimanê kîndarî û tundiyê berdin.
Rêveberiya Xweser bang li hêzên siyasî yên nîştimanî kir ku di vê pêvajoya hesas de hevgirtî bin û diyaloga Sûriyeyê ji hewldanên têkbirinê biparêzin, her wiha hêviyên gelê Sûriyeyê di dewleteke sivîl, demokratîk û adil de bi dest bixin.