Li Dêrgulê sê ciwan bi îdiaya şewitandina otomobîlan hatin girtin

Li bajarokê Dêrgulê yê ser bi navenda Şirnexê ve, sê ciwanên ku beriya du rojan bi hinceta "îfadeyê" hatibûn gazîkirin, bi îdiaya ku 11 meh berê du otomobîl şewitandine ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarokê Dêrgulê yê girêdayî navenda Şirnexê, di 4’ê Mijdara 2025’an de bûyereke şewitandina du otomobîlan pêk hatibû. Di çarçoveya lêkolîna ku ji aliyê meqamên dadwerî ve li ser vê bûyerê dihat meşandin de, biryara binçavkirina sê ciwanan hat dayîn.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, beriya du rojan her sê ciwan bi hinceta ku “îfadeya we heye” hatin gazîkirin. Lê belê, piştî çûna wan a navendê, bi îdiaya şewitandina otomobîlên navborî hatin binçavkirin.

Sê ciwanên ku du rojan di binçavkirinê de man, îro sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê piştî girtina îfadeyan, bi heman îdiayê biryara girtina her sê ciwanan da û ew şandin girtîgehê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye