Li Minbicê binpêkirinên çete û dagirkeran dewam dikin

Li bajarê Minbicê yê bakurê Sûriyê ku di bin dagirkeriya dewletaTirk û çekdarên wê de ye, sûc û binpêkirinên li dijî şêniyan dewam dikin. Çek û madeyên hişbir jî li wir bi awayekî zêde belav bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Bajarê Minbicê ji 8'ê Kanûna 2024'an ve, di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye.

Li bajêr sûc û binpêkirinên ku ji aliyê çete û dagirkeran ve tên kirin, dewam dikin.

Di rojên destpêkê yên dagirkirinê de, çeteyên El Hemzat û El Emşat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker garaca Şaredariya Minbicê talan kirin.

 

Çeteyan kel û pelên saziyan nexweşxaneyan û embargên genim dizîn

 

Heman komên çekdar kel û pelên saziyan, nexweşxaneyan û embargên genim dizîn û birin bajarê Raî, da ku li wir bifroşin.

Sûcên çeteyan bi talankirina mal û milkên giştî sînordar nema.

Di 23'ê Kanûna 2024'an de çeteyekî koma El Emşat êrişeke zayendî li ser zarokeke 7 salî ya ji eşîra Bobenayê kir.

Li hemberî vê destdirêjiyê şer di navbera çete û eşîran de derket.

 

10’ê Nîsana îsal jî, di navbera gundên Kehef û Bîrayê de, 2 cenazeyên şewitî hatin dîtin.

Bi destpêka dagirkirina Minbicê re, çeteyan dest bi talankirina malên şêniyan kirin û malbatên xwe li malên şêniyan,bi cih kirin.

Bi  taybetî şêniyên Kurd ku bi gefa kuştin û revandinê hatin koçberkirin.

Li gorî raporan, ji sedî 70 niştecihên resen ên Minbicê koçber bûne.

 

Îstîxbarata Tirk Minbicê bi rêve dibe

 

Di 26'ê Çileya 2025'an de, hat îdiakirin ku hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê derbasî bajarê Minbicê bûne û 3 navnd avekirine. Ev navend jî; navend Polîs, Ewlehiya Sûc û  Ewlehiya Giştî ne.

Her wiha hat eşkere kirin ku şaxekî îstîxbaratê li çargoşeya ewlehiyê ya navenda bajêr heye ku rasterast ji aliyê îstîxbarata Tirkê ve tê birêvebirin.

Li Minbicê ji dema dagirkirinê ve gelek teqîn çêbûne. Teqîna herî dijwar di 3'ê sibata îsal de pêk hat.

 

Di vê teqînê de erebeyeke veguhestina jinên karker li nêzî çerxerêya El Metahin hat hedefkirin. Di encamê de 25 jinên karker hatin kuştin.

 

Çeteyan pakrewangeha Minbicê xira kirin

 

Ji destpêka dagirkirina Minbicê ve, çeteyan 4 caran êrişî pakrewangeha Minbicê kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye