Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku ji bo ku koçberên Minbicê mal û milkên xwe yên hatine desteserkirin vegerînin, çeteyên dewleta Tirk şertên tacizî danîn û pereyên mezin xw...
Çete li Minbicê ji bo vegerandina mal û milkan pere dixwazin
Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî wê Minbic û gundewarên wê beriya demakî dagir kirin. Bivê dagirkeriyê re rewşa şêniyên Minbicê ber bi têkçûnê û bêaramiyê ve diçe û rewşên koçberiyê zêde dibin.
Li bajarê Minbicê yê bakurê Sûriyê ku di bin dagirkeriya dewletaTirk û çekdarên wê de ye, sûc û binpêkirinên li dijî şêniyan dewam dikin. Çek û madeyên hişbir jî li wir bi awayekî zêde belav bûne.