'Têkoşîna neteweya Kurd ji bo zimanê Kurdî berdewam e'

Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partîyê Heval Dilbihar, balkişand ser Roja Zimanê Kurdî û got: "Divê em 24 saetan ji bo pêşxistina zimanê Kurdî têbikoşin. Bila ev roj, li kesên ku di vê dozê de şehîd bûne, pîroz be."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Daxuyanî ji aliyê endama Egitîm SEN'Ê (Sendîkaya Perwerdehiyê) Semra Bêrîtan ve hate xwendin û di metinê de ev tişt hat bibîrxistin:

"Bi sedê salan, hewil têne kirin da ku çand û zimanê Kurdî ji holê were rakirin.

Lê belê, ev hewldan di encama têkoşîna neteweya Kurd de têk çûne."

'Parastina ziman û çandê erk e'

Her wiha di daxuyaniyê de li ser parastin û hebûna zimanê Kurdî wiha hat gotin:

"Pirsgirêka zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e.

Parastina ziman û çanda xwe erka hemû mirovan e."

'Divê hemû Kurd tevlî çalakiyên zimanê Kurdî bibin'

Di dawiyê de endama Egitîm SEN'Ê (Sendîkaya Perwerdehiyê) Semra Bêrîtan diyar kir ku ew ê ji bo pîrozkirina vê rojê li gelek cihan xwepêşandan û çalakiyan li dar bixin û ev agahî parve kir:

"Em ê li hemû deveran daxuyaniyan bidin.

Me ji bo meşên Kurdî çalakiyên berfireh amade kiriye.

Em bang li hemû Kurdan dikin ku werin em yekîtîya xwe ya neteweyî li dora zimanê Kurdî ava bikin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye