SOHR: Li Sûriyeyê di rojekê de 12 kes hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ragihand ku di 8'ê tebaxê de, 12 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda SOHR ragihand ku di 8'ê tebaxê de, li tevahî Sûriyeyê 12 kes hatin kuştin.

Navendê diyar kir ku di nav wan kuştiyan de,4 ciwan, 3 zarok, Durziyek, Şiyîyek, şervanekî QSD û endamekî hêzên hikûmeta veguhêz heye.

Di heman demê de jî, SOHR'ê eşkere kir ku di şerê Sweydayê ya di navber Hikûmeta Veguhêz û Durziyan de, 52 hemwelatiyên Durzî ku di nav de jin û zarok hene, ji aliyê Hikûmeta Veguhêz ve hatine kuştin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24