Li Enqereyê rojnamevanek hat girtin

Li paytexta Tirkiyê, rojnamevan Îsmaîl Ari ku beriya niha bi hinceta belavkirina agahiyên şaş hatibû binçavkirin, hate girtin û ew şandin girtîgehê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rojnamevan Îsmaîl Ari ji ber giliyê serokê RTUKê yê berê Ebûbekîr Şahîn bi îdiaya ‘heqeret li karmendê dewletê kiriye’ û belavkirina agahiyên şaş’ duh ji bo îfadeyê çûbû Emniyeta Enqereyê û hatibû binçavkirin.

Dozger jî îfadeya Îsmaîl Ari girt û bi hinceta “belavkirina agahiyên şaş” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.

Dadgehê jî derbarê Îsmaîl Ari de biryara girtinê da û wî şandin girtîgehê.

Komeleya Rojnamevanan a Dicle û Firatê (DFG) li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî girtina Îsmaîl Ari da û girtina wî weke parçeyekî mekanîzmaya zextê li dijî azadiya çapemeniyê pênase kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye